Zextên li girtiyan didomin

Duşem 16 Hezîran 2025 - 03:10

Firat Erbaga ku 2 meh in li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Erzînganê di hucreyê de tê ragirtin, xwest binpêkirina mafên li girtîgehan bi dawî bibin û banga hestiyariyê kir.

Li girtîgehan binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan dewam dikin. Li gelek girtîgehan girtî nikarin ji mafên xwe yên bingehîn jî sûdê werbigirin. Yek ji girtîgehên ku binpêkirinên giran ên mafên mirovan lê rû didin, Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê ye. Firat Erbaga ku li vê girtîgehê tê ragirtin, di dema axaftina xwe ya heftane ya bi malbata xwe re ragihand ku ew û hevalên wî bi muameleya xerab rû bi rû mane.

Firat Erbaga di sala 2016'an de li Agiriyê hate girtin û 48 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn diyar kir ku her roj zext zêde dibin û anî ziman ku cezayên dîsîplînê lê tên birîn û pirtûkên wî hatine desteserkirin û ew xistine hucreyê.

Xwişka Erbaga Semîran Çakir Erbaga anî ziman pêkanînên li girtîgehê di asta îşkenceyê de ne û wiha got: “Birayê min bi rêya telefonê got ku li hucreyên ku lê hatine bicihkirin hema bêjin bêhn li wan tê çikandin. Dema em çûn serdana wî, me dît ku têlên bi hucreyan ve hatine girêdan. Ez jî demeke dirêj li girtîgehê mam, lê min berê pêkanîneke bi vî rengî nedîtibû. Sûcdarên edlî yên li wir rastî muameleya xerab tên û rastî heqaretên giran tên. Di saetên hewagirtinê de rastî pêkanînên keyfî tên. Wan dibin qadeke hewadarkirinê ya dûrî hucreyên xwe. Dema em çûn serdana girtîgehê ji aliyê gardiyanan ve rastî 'lêgerîna tazî' hatin. Dema me li dijî vê yekê îtiraz kir, wezîfedarên li wê derê gotin, 'eger hûn bibin bela, hûn nikarin biçin serdanê'. Di bersivê de min diyar kir ku ez ê giliyê cihên pêwîst bikim, vê rewşê qebûl nakim. Divê tavilê dawî li van pêkanînan bê anîn. Eger wê aştiyeke bi rûmet pêk were, divê ev pêk neyên.” 

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.

OSZAR »