Poşmanî red kir nehat berdan

Çarşem 11 Hezîran 2025 - 02:45

Nîhat Şahîn li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin û 30 sal in di girtîgehê de ye. Diviyabû Şahîn di 4’ê Gulanê de bihata berdan lê belê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi hinceta “nebaşhaliyê” tehliyeya Şahîn asteng kir.  

Lijneyê, di biryara xwe de diyar kir ku helwest û tevgerên Şahîn ên di pêvajoya girtîgehê de hevgirtî ne, li gorî qaîdeyên têkildarî pergal û ewlehiya girtîgehê tevgeriyaye, tevdîrên teserûfê cîbicî kiriye, ji bo cîbicîkirina xebatên paqijiyê, rêvebirinê, îdare û saziyê bûye alîkar û di çalakiyên hevpar de kesekî lihev e. Lijneyê, bi hinceta gotinên Şahîn ên “Ji bo nasnameya xwe ya Kurdî bijîm min 30 salan bedel da” û bi hinceta ku zexta “poşmantiyê” red kir, tehliyeya Şahîn paşxist. Lijneyê, rewşa Şahîn weke “neyînî” nirxand. Her wiha mayîna Şahîn a li qawîşa “rêxistinkirî”, negirtina alîkariya psîkolojîk, tevlibûna çalakiyên greva birçîbûnê û hwd. hatin rêzkirin û îdiayên weke “Hêj amade nîne tevlî civakê bibe” û “Ji bo civakê xetere ye” hatin kirin. Bi van îdiayan jî ji bo Şahîn biryara “başnehaliyê” hate dayin. Lijneyê, dîroka nirxandina nû ji bo 4’ê Kanûnê da.     

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.

OSZAR »