Rêveberiya Xweser nimûne ye
Duşem 2 Hezîran 2025 - 03:10
Şêxên eşîrên Ereban ên ji bajarê Hesekê li ser girîngiya hevgirtina gelê Sûriyeyê û piştevaniya bi Rêveberiya Xweser re axivîn. Nûnerê eşîra Benî Sebaa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêx Hisên El Sada got:"Dema ku me li dijî terorîzmê şer kir, hin ji wan bi mijarên din ve mijûl bûn, lê me rêveberiyek ava kir ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nav xwe de bigire; rêveberiyek berfireh û yekgirtî ku li ser bingeha nasnameya nîştimanî ya Sûriyeyê dixebite û destkeftiyên wê diparêze. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, me sazî parastine, zanîngeh ava kirine û xizmet pêşkêş kirine, her çend hindik be jî, lê paşeroja me wê geş be." Şêx Hisên El Sada xîtabî serokê desthilata Şamê kir û got:"Eger hûn dixwazin Sûriyeyeke azad ji bo hemû sûriyeyiyan ava bikin, divê hûn destê xwe bixin destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk. QSD’ê ji deryayê heta çem gelê Sûriyeyê hembêz dikin û hemû Sûriyeyan temsîl dikin. Nijadperest wê di belavkirina nakokiyan di navbera me de bi ser nekevin. Ew ê pevçûnek di navbera Kurd û Ereban de çênebe, ji ber ku tiştên ku me tîne gel hev ji yên ku me ji hev vediqetîne mezintir e. Kurd û Ereban bi hezaran şehîd dan, ew jî weke me Sûriyeyî ne. Em ê bi wan re bisekinin. Welatê me yek welatekî pirneteweyî ye û em ê bi hev re welatê xwe ava bikin."
Şêxê eşîra El Kilizat a El Begara Şêx Besam El Cenayîd jî got:"Em hêvî dikin ku gelê Sûriyeyê di evînê de bibe yek û di navbera komeke etnîkî û komeke din an jî mezhebek û komeke din de cudahî nebe. Em piştgiriyê didin vê projeyê, ku ji bo siberoja hemû Sûrîyeyiyan dixebite. Em hêvî dikin ku Sûriye ber bi aramiyeke domdar ve biçe. Divê em bi yekrêzî li hember hewldanên parçekirin û jihevdûrxistinê bisekinin.”
ANHA/DIYAR EHMED