Pêngava 1’ê Hezîranê
Duşem 2 Hezîran 2025 - 03:45
- Îro 21 sal li ser pêngava duyemîn a lehengiya dîrokî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re derbas dibe. Ev beşeke ji dîroka bi rûmet a PKK’ê ya bi ramanê Rêber Apo û çeka gerîla ji nû ve hatiye nivîsandine. Ji wê rojê heta Kongreya 12’an a PKK’ê, demê herî serketî û xurt e.
1’ê Hezîranê ne tenê rojek û rûpeleke ji salnameyê ye. Ev roj bi biryareke dîrokî ya vê tevgera azadîxwaz careke din hêvî û gelê Kurd ji nû ve zindî kir. Dema 1’ê Hezîrana 2004’an biryar hate girtin, PKK’ê careke din ji bo dagirkeran û hemû cîhanê piştrast kir ku gerîla û gelê Kurd xwe radest nake û têk jî naçe.
Piştî 6 mehan ji Komploya Navneteweyî ya sala 1999’an û şûnde, Rêber Apo daxwaz ji PKK’ê kir ku ji bo derfetên aştiyê bên afirandin û agirbest bê îlankirin, dîsa rêya diyalogê bê vekirin; hêzên xwe ji nava xaka Tirkiye bikişînin û li Qendîl bicih bibin. PKK’ê ev daxwaza Rêber Apo esas girt, yek alî agirbest îlan kir.
PKK’ê bi qasî 5 salan li hemberî artêşa Tirkiye ti çalakî nekir ji derveyî çarçoveya parastina rewa. Mixabin dewleta Tirk bê ku vê derfetê baş bikar bîne, êrişên xwe zêdetir kir. Di encama êrişên dewleta Tirk a nava van 5 salan de 400 gerîla şehîd bûn.
Tevî derfeta avakirina aştî û demokrasiyê ya Rêber Apo û PKK’ê, dewleta Tirkiye sûd ji vê yekê negirt, berovajî zêdetir şer gur kir û dest bi êrişan kirin. Vê yekê kir ku PKK biryara agirbesta yek alî ragihandî li ber çavan re derbas bike û dest bi qonaxeke nû bike. PKK’ê sala 2004’an di çarçoveya ‘Parastina Rewa’ de dest bi pêngava dîrokî ya 1’ê Hezîranê kir.
Tevî derfetên aştî û demokrasiyê yên PKK û Rêber Apo ava kirî, dewleta Tirk ji vê derfetê sûd wernegirt şer û êrîşên xwe hîn dijwartir kir.
Di berxwedana dîrokî ya 47 salan a PKK’ê de ev qonax bû qonaxa herî zêde derb lidagirkeriyê hate dayîn bû. Li aliyê din PKK’ê ji bo dewleta Tirk û cîhanê da nîşandan ku Rêber Apo û PKK ne ji ber lewazî agirbesta yek alî ragihand û daxwaza aştî û demokrasiyê kiriye. Li aliyê din ji bo gelê Kurd jî da piştrastkirin ku hêzeke heye ku parastina wan dike û rê nade ne dewlet û ne jî hêzek wan tine bike.
Piştguhkirina derfeta Rêber Apo ya aştiyê ya li Tirkiye, kir ku Rêber Apo vê bîne ziman: “Eger derfeta têkoşîna min hebûna, min ê dawiya sala 2002’yan dest bi qonaxeke nû ya têkoşînê bikira.”
Ew destan û lehengiyên gerîlayên Azadiyê piştî Pêngava 1’ê Hezîranê li dijî artêşa Tirk pêk anî, mirov ne li destanên dîrokî û ne jî fîlmên sînameyê nikare bibîne. Mînaka vê ya herî ber biçav, Destanên Cotmeha 2007'an, Destana Zapê ya sala 2008’an, 2020 Heftenîn, Gare 10’ê Sibata 2021’ê û gelek destanên din.
Ji Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an heta 2025’an dewleta Tirkiye bi hemû teknîk û çekên pêşketî, çekên qedexe û kîmyawî li dijî gerîla û gelê Kurd dest bi êrişên herî mezin kirin. Gerîla li gorî têkoşîna serdema nû ya modern li hemberî êrişan xwe parast û derbên giran li dagirkeran da, hemû pîlanên wan vala derxistin.
Piştî 26 salan ji destpêkirina pêngava aştiyê ya sala 1999’an dayî destpêkirin û şûnde, niha careke din Rêber Apo mîna aştîxwazeke cîhanî dest bi pêngaveke nû ya aştiyê kir. Di vê çarçoveyê de daxwaz ji PKK’ê kir ku kongreya xwe lidar bixe, xwe fesîx bike. PKK’ê çawa beriya 26 salan ramanê Rêber Apo esas girt, îro jî bi heman rengî di navbera 5-7’ê Gulanê de Kongreya 12’an a xwe lidar xist. Di kongreyê de xwe fesîx kir û hemû çalakiyên çekdarî bi dawî kir.
Tevî van hemû guherîn û biryarên dîrokî yên Rêber Apo û PKK’ê jî dewleta Tirkiye heta niha gaveke diyar û cidî neavêtiye. Niha Rêber Apo, PKK, gelê Kurd û cîhan hemû li bendê ye ku dewleta Tirk gavên şênber bavêje ku gelê Kurd û Tirk bi hev re di nava aştiyê de bijî.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN