Hilweşîna bi temamî ne pêkane

Sêşem 17 Hezîran 2025 - 03:18

Ji Zanîngeha Brukselê ya Azad zanyarê siyasetê Dr. Jan Yasîn Sûnca rewşa li herêmê ya bi êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê destpê kir, ji ANF'ê re nirxand. Jan Yasîn Sûnca diyar kir ku Îranê hêzên xwe yên li derveyî sînorên xwe, ku demeke dirêj amade kiribû, bi 7'ê Cotmehê re winda kir û got:"Îran demeke dirêj e, herî kêm ji sala 1982'an û pê ve parastina xwe li derveyî sînorên xwe dikir, xwedî feraseteke bi vî rengî bû. Ev yek bi rê û rêbazên cuda kir. Mînak, di dema şerê Îran-Iraqê de piştgirî da beşek ji Kurdên li Iraqê, li başûr. Piştre gav bi gav li Lubnanê, Fîlîstînê û Yemenê hêzên xwe ava kir; ya rast piştgirî da wan hêzan ku pê re dixebitîn. Vê piştgiriyê bi rengekî xwezayî ji aliyê herêmî ve destê Îranê xurt kir. Gava ku gefeke biçûk li Îranê dihate xwarin, Îranê bi rêya hêzên ku piştgiriya wan dikir, pêşî li van gefan digirt. Ji 7'ê Cotmehê û pê ve ev çîroka Îranê jî bi dawî bû. Em qala pêvajoyeke welê dikin ku DYE, Îsraîl û Rojava li ser li hev kirine: lawazkirina hêza Îranê ya li herêmê. Tirkiye ji xwe ji vê re amade bû. Ji ber ku di navbera Tirkiye û Îranê de ji aliyê dîrokî ve hevrikiya hegemonyayê heye. Ev rewş li hesabê Tirkiyeyê dihat.

Bi 7'ê Cotmehê re çîroka Îranê ya parastina xwe li derveyî sînorên xwe yên neteweyî qonax bi qonax bi dawî bû.

Wekî din, di nava xwe de ji salên 2000'î û pê ve reformîstan, ji salên 2010'an û pê ve jî bi taybetî li hemberî bihabûna jiyanê û avaniya otorîter a rejîmê xwepêşandan, ji salên 2020'î û pê ve jî bi tevgera 'Jin, Jiyan, Azadî' re Îran bi rengekî cidî lawaz bû.

Bi taybetî di tevgera 'Jin, Jiyan, Azadî' de yanî di çalakiyên Jîna Emînî de dewleta Îranê hêzeke gelekî mezin bi kar anî û tenê ji hin aliyan ve karîbû raperînê bitepisîne. Di nava van şert û mercan de dihate hêvîkirin ku destwerdaneke leşkerî li Îranê bê kirin. Bi hilbijartina Donald Trump re bi dîtina min di navbera Trump û Îsraîlê de peymaneke bi vî rengî çêbû. Bi dîtina min DYE'yê destûr da Îsraîlê ku êrîşeke demkurt bike. Donald Trump ji bo karibe di danûstandinên bi Îranê re bi kar bîne, destûr da. "

Îraneke lewaz bi kêrî herkesî tê

Jan Yasîn Sûnca destnîşan kir ku êrîş hatibe kirin jî ne ji bo ji holê rakirina bi temamî ya Îranê ye û got, "Ji aliyê din divê ev yek jî bê destnîşankirin; Jiholêrakirina dewleteke weke Îranê bi temamî, wê bi kêrî kesî neyê. Ji ber ku dojeha ku derkeve holê wê kes nikaribe kontrol bike. Mînak, hinek hene di medya dîjîtal de dibêjin, 'Eger DYE li Îranê bixe' yan jî 'Îsraîl li Îranê bixe wê Kurdistan azad bibe'. Ev yek xeyalek e û berdêla xwe jî wê gelekî giran be. Divê mirov rejîma Îranê qet biçûk nebîne.

Ne tenê rejîm, li Îranê kevneşopiyeke dewletê heye. Nepêkane Îran weke Esad bike ku Esad di sala 2012'an de kir, ku ji bo parastina Heleb û Şamê hêzên xwe ji Bakur vekişand û hêzên Kurd li wir şoreşek pêk anî. Dibe ku ev bibe, ez nabêjim qet nabe, lê belê wê weke Sûriyeyê nebe, divê ev yek bê dîtin.

Wekî din min du mesele dît ku nîşan dide bê Îran çiqasî lawaz bûye. Yek ji wan; dîmenek hate weşandin ku nîşan dida bê ajanên MOSSAD'ê çawa li nava Îranê çalakiyê dikin. Ya din jî êrîş li ser kadroyên leşkerî, fermandariya giştî, fermandaran hemûyan hate kirin û hema bibêje hemû jî hatin kuştin. Her wiha li nava Îranê sûîqest li fermandarekî hate kirin.

Ev yek nîşan dide bê Îsraîl di nava Îranê de çiqasî xurt e. Divê ev yek baş bê dîtin. Dawiya dawî hilweşîna Îranê ya bi temamî wê bi kêrî kesî neyê. Lê belê di nava senaryoyeke ku navend lawaz bû; li Bakur Azerî, li Rojava kUrd, li Başûrrojava Ereb, li Rojhilat Belûcî bûne xweseriyê, pêkane ku 'Pax Îsraeliana' pêk were. Ji ber ku di nava şert û mercên heyî de yekane hevrikê rasteqîn ê Îsraîlê Îran e. Her tiştên ku Tirkiye der barê Îsraîlê de dibêje, dike, tenê gotin e. Her wiha ev gotin bi kêrî herduyan tê. Lewma di navbera Tirkiye û Îranê de bi vî rengî nakokiyeke kûr nîne."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.

OSZAR »