Bandora Şerê Îsraîl-Îranê
Sêşem 17 Hezîran 2025 - 03:30
Ger di navbera Îsraîl û Îranê de şer kûr bibe, wê bandoreke mezin li ser rewşa Heşda Şeabî li Iraqê bike. Ji ber ku gelek ji baskên Heşda Şeabî bi awayekî rasterast girêdayî Îranê ne û alîkarî û fermanên xwe ji wir digirin.
Heşda Şeabî ji gelek fraksiyonan pêk tê, ku hinek ji wan ji Îranê re dilsoz in û hinek jî bêtir neteweperweriya Iraqî diparêzin. Şerek di navbera Îsraîl û Îranê de dikare van fraksiyonan ji hev dûr bixe. Fraksiyonên ku ji Îranê re dilsozin dibe ku bikevin ber zextê, ji ber ku ew ê wekî berjewendiyên Îranê li Iraqê werin dîtin, di heman demê de yên neteweperwer dibe ku bixwazin xwe ji bandora Îranê dûr bixin da ku rewşa xwe ya qanûnî li Iraqê biparêzin. Ev qutbûn dikare hêza giştî ya Heşda Şeabî qels bike.
Weke ku xuya dike û li ber çavan e gelek fermandarên Heşda Şeabî di lîsteya êrîşên Îsraîlê de ne. Di dema şerekî de, Îsraîl dikare êrîşên xwe yên li ser van armancan zêde bike da ku kapasîteya Îranê ya bandorkirinê li Iraqê kêm bike. Kuştina fermandarên sereke dikare bibe sedema bê aramiya navxweyî di nava baskên Heşda Şeabî de û rêxistinbûna wan têk bibe.
Hikûmeta Iraqê di navbera du agiran de dimîne. Ji aliyekî ve, ew dixwaze serweriya xwe biparêze û nebe qada şerê hêzên herêmî. Ji aliyekî din ve, Heşda Şeabî beşek fermî ya hêzên Şîa yên Iraqê ye, her çend hin baskên wê ji kontrola hikûmetê derketine jî. Şerek di navbera Îsraîl û Îranê de dikare zextê li ser hikûmeta Iraqê zêde bike ku Heşda Şeabî bêtir bixe bin kontrola xwe yan jî wan bê bandor bike baskên ku rasterast bi Îranê ve girêdayî ne.
Gelê Iraqê bi giştî ji destwerdana cînar nerazî ye. Ger Heşda Şeabî wekî amûrek Îranê di şerê li dijî Îsraîlê de were dîtin, dibe ku piştgiriya gel jê re kêm bibe û ev yek dikare bibe sedema protesto û nerazîbûnên zêdetir li dijî hebûna wan ji xwe neha li ser gelek hereman metirsîdare .
ANF/ŞENGAL/ARGEŞ ŞENGALÎ